Li gorî reqemên Türkiyeyê Mardin di nav 10 bajaran de ye ku rewşa wan baştir e. Ji bo hejmara nexweşên nû zêde nebe, li midyada Mardinê polîsan kontrolên tevdîrên şewbê kirin û esnaf hişyar kirin.
Mardin ji 10 bajarên Türkiyeyê ye ku li wan bajaran hejmara nexweşên koronayê ya herî kêm e.
Li navçeya Midyadê polîsan kontrolên rêzikên şewbê kirin.
Polîsan ji bo esnaf û welatiyan maske û broşurên hişyariyan belav kirin.
Û ji bo dev ji tevdîran bernedin ew hişyar kirin.
Polêsên tevlî xebatên kontrolê bûn gotin; "Îro em çûn serdana esnafan. Me ew hişyar kirin da ku ji bo tenduristiya xwe û ya gel dev ji tevdîran bernedin. Me maske û broşur belav kirin. Em ji bo xweşbîniya esnafan spas dikin."
Li Mardinê hejmara nexweşan ji 100 hezar kesî 12 bêhnok 52 ye.