Kooperatîfa jinan a destarê li Yüksekovaya Hakkariyê hatiye avakirin. Kooperatîf, di warê çandiniyê de xebat û xizmetan dike. Endamên kooperatîfê zeviyekî 33 donimî kirê kirin û bi merasîmekê nok çandin.
Li Yüksekovaya Hakkariyê jinên navçeyê ji bo pêşxistina çandiniyê Kooperatîfa Jinan a Destarê ava kirin.
Kooperatîfê piştî şewba vîrûsa koronayê dest bi seferbariya çandiniyê kir.
Endamên kooperatîfê li gundê Pagêyê 33 donim erd kirê kirin û bi merasîmekê nok çandin.
Qeymeqamê Yüksekovayê Osman Doğramacı û rayedarên bajêr jî beşdarî merasîmê bûn û piştgirî dan kooperatîfê.
Doğramacı: “Walîtiya me ji ber pandemiyê piştgiriyê dide cotkaran. Em dixwazin çandinî zêdetir were kirin. Ji bo vê yekê em sipasî kooperatîfê û jinan dikin.”
Kooperatîfa Jinan a Destarê dixwaze berhemên din ên organîk jî biçîne.
Piştre jî berên organîk wê li navçeyê û bajêrên derdorê bên firotin.