Koordînatorê TRT Kurdiyê Ekici: TRT Kurdiyê pêşî li polîtîzekirina zimanê Kurdî birî

Ekici destnîşan kir ku TRT Kurdî di sala 2009an da hat avakirin di nav 11 salan da li Tirkiye, Sûriye û hemû herêmên Kurd lê dijîn 24 saetan weşana Kurdî dike .

Koordînatorê TRT Kurdiyê Ekici: TRT Kurdiyê pêşî li polîtîzekirina zimanê Kurdî birî

Koordînatorê TRT KurdiMustafa Ekici diyar kir ku weşangeriyeke bala Kurdan dikişîne ya tebiî û însanî dikin û got, "TRT Kurdiyê pêşî li polîtîzekirina zimanê Kurdî birî."

Ekici xebatên weşana TRT Kurdiyê û karê ji bo dayikên Diyarbekirê kirin ji çapemeniyê ra nirxand.

Ekici destnîşan kir ku TRT Kurdî di sala 2009an da hat avakirin di nav 11 salan da li Tirkiye, Sûriye û hemû herêmên Kurd lê dijîn 24 saetan weşana Kurdî dike û wiha axivî: "Kanala me ji sporê hetanî muzîkê, ji jinan hetanî zarokan, ji dîn hetanî siyaset, aborî û çandê weşaneke berfireh dike û di hefteyê da 45 bernameyên teze diweşîne."

Ekici diyar kir ku TRT Kurdî di nav 100 kanalên her tim weşanê dikin ên Kurdî yên li Iraq, Sûriye û Îranê da kete rêza ewil û wiha pê da çû: 

"Em li Tirkiyeyê di lîsteya reytîngê da di nav 30 kanalên ewil da ne. Li Rojhilat û Başûrê Rojhilat di nav 5 kanalên herî zêde tên temaşekirin da cî digrin. Li gor lêkolînên hin saziyan li Iraq û Sûriyeyê di rêza ewil da ne. Sedemeke vê heye. Kanalên bi Kurdî weşanê dikin ên din xwedî angajmanên siyasî ne. Têkiliya wan bi hin derên siyasî ra hene. Kêmzêde 10 kanalên PKKyê hene. Weşana muzîkê û ya ji bo zarokan jî dikin. Hetanî êvarê teror, tundî, xun û ajîtasyonê diweşînin. Bi tevahî li gor marşên rêxistinê muzîkê diweşînin. TRT Kurdî bi tevahî ji vê angajmana siyasî dûr e û weşana ji Kurdan eleqeyê dibîne ya tebiî û însanî dike. TRT Kurdiyê pêşî li polîtîzekirina zimanê Kurdî birî. Kanala me kanaleke wisa ye ku rêya hişmendiya Îslamî ya Kurdî ye û bi saya vê Kurdî di nav zimanên Mislimaman da dimîne."

 "Kanala me kanaleke malbatî ye"

Ekici got ku li kanala wan muzîka hestên însanî û tebiî diweşînin û gelekî ji vê hez dike, nûçegihanên wan xêncî Tirkiyeyê li Iraqê û hin ciyên Îranê seranserê hefteyê 24 saetan li qadê weşanê dikin.

Mustafa Ekici diyar kir ku du sal in pisporên mijarê bi rojnamevanan ra bernameya rojeva Sûriyeyê çêdikin û pirsgirêkên li welêt dinirxînin û wiha axivî: 

"Kanala me kanaleke malbatî ye. TRT Kurdî rêya nefeshildanê ya Kurdan e. Rêxistinê bi xendekan gel gelekî sor kir û bi saya weşanên me gel guh neda rêxistina terorê. Çend roj berê me di weşana zindî ya bernameya muzîkê da cara ewil nimareya xwe ya WhataAppê weşand. Di nav 40 deqîqeyî da ji Tirkiye, Sûriye û Iraqê 800 peyam hatin. Ev serkeftineke mezin e."

Ekiciyê Koordînatorê TRT Kurdiyê destnîşan kir ku di rojê da 5 bultenên xeberan, di hefteyê da 6 bernameyên siyasî û 4 bernameyên muzîkê yên zindî diweşînin, havînê bernameyên muzîkê li rastên navçeyan li dar dixin, di Şevên Qendîlan da li navçeyan bernameyên mewlûdê diweşînin.

 "Çalakiya dayikên dibêjin 'em zarokên xwe dixwazin' wê bariyeran parçe bike"

Ekici got ku ew ê xeber û weşanên li ser dayikên Diyarbekirê yên li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dikin bidomînin, eleqeyeke taybet nîşanî vê mijarê didin. Ekîcî wiha pê da çû: "Çalakiya dayikên Diyarbekirê di nav Kurdan da ji ber zext û zora rêxistina terorê dernediketin kuçeyan, deng dernedixistin û îtiraz nedikirin bû çalakiyeke mezin. Bi qasî ez zanim nêzî 60 beşdarî hene. Ev her roj zêde dibin. Banga dilê wan dayikên wêrek ên çûne ber derê partiya piştevana rêxistinê û dibêjin 'Ez sebiyê xwe dixwazim' wê bariyeran bişkêne. Ji PKKyê revîn û gotina 'Ez reviyam û hatim' tiştekî hêsan nîne. Bi saya tewdîrên hêzên ewlehiyê yên dewleta me hildane darê PKKyê ji ser serê Kurdan rabibe wê rihetî zêdetir bibe. Dayik ewladên xwe dixwazin. Dipirsin ku ew çima hatine revandin û ji ber çi sedemê derxistine serê çiyê. Zarok hêj 13 salî ye û çûye, zarokên astengdar birine. Ev tiştekî erjeng e."

Ekici destnîşan kir ku bi saya tewdîrên dewletê li herêmê aramî bi cih bû, bertekên mirovan nîşan dan maqul tên hesibandin û tu xêra terorê jî ji Kurdan ra tuneye.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ekici got: "Li baregeha PKKyê bi Kurdî xeberdan nayê kirin. Derdê wan Kurd nîne, Kurdî nîne. Projeyeke wan a li ser Kurdan tuneye. Ew bi jargoneke sosyalîst a ji salên 1970yî maye hebûna xwe didomînin. Piraniya emrê serkêşên terorê yên li Qendîlê ji 70 salî derbas bû. Ev merivên serê çiyê yên 70 sal in li wê derê ne hê jî bi jargona 70 sal berê xeberdidin. Îro tu bergîdana Stalînîzma PKKyê tuneye. Ji ber vê ye ew çalakiya ku Dayikên Diyarbekirê birin serî tevgereke pir bi esil e. Lazim e em li vê xwedî derkevin."

Di berdewamiya axaftina xwe da Ekici ragihand ku wan di weşanên xwe yên li studyoyê da gelek caran dayik ezimandin û wê vê tevgera bidomînin û wiha pê da çû: "Me ji bo wan meydaneke ku bikaribin xwe bi rihetî îfade bikin vekir û em ê bikin jî. Li ber çavan e ku tesîra me heye. Keçikeka me ji ser qanala me diya xwe dîtibû û reviyabû û hatibû. Diya wê ji me ra got 'Min qîza xwe di xewna xwe da dît wê digot dayê ez nikarim ji bîrê derkevim.' Ez pir li ber vê ketibûm û dilê min şewitî. Me jî ew wek klîp çêkir û weşand."

 "Em navenda pergala zeximkirina siyasî ya rêxistinê bela dikin"

Ekici destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê ji ber weşanên TRT Kurdî bernameyên dijraber çêdike û di nav civakê da jî tu kes pesê bi wan nake û wiha domand: "Di serî da FETO û PKKya rêxistinên terorê û gelek rêxistinbûnên dereqanûnî qanala me ji xwe ra kirine hedef û qada medyaya civakî di serî da li gelek cihan ji bo guherandina nêrîna mirovan bi operasyonên çewt va bi awayekî rêkûpêk dev diavêjin me. Baş tê fehmkirin ku ew hemû êrîş ji heman navendê tên kontrolkirin. Bi tenê ne ji ser medyaya civakî hevalên me yên li qadê dixebitin jî mudaxele di serî da rastî gelek acizkirinan hatin. Têkoşîna me ya bi wan ra di qada hiqûqê da dewam dike."

Koordînatorê TRT Kurdî Mustafa Ekici qala êrîşên li ser TRT Kurdî tên kirin kir û got ku hebûna vê qanalê rêxistinên terorê aciz dike û wiha got: "Em jargona wan a siyasî û wê navenda wan a pergala zeximkirina siyasî ya rêxistinê bela dikin. FETO ji 17-25ê Berfanbarê vir va dev diavêje qanala me û xebatkarên me. Em bi butçeyeke ku ji 4an 1ê butçeya 6 sal berê ye dixebitin. Ji wê budçeyê piranî ji FETOyê ra dihat şandin. Me ji ber ku rê li van yekan girt berê xwe didin me. Zimanê TRT Kurdiyê zimanê wicdanê ye, zimanê yekîtiyê ye. Em ê tu carê dev ji vê bernedin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE