Li Batmanê emeliyateke serkeftî hat kirin. Zarokekî ku ji herêma kurdistanê ye li Batmanê emeliyata çavan bû û bi perdeya çavan a ku ji Emerîkayê hat, piştî 14 salan dibîne.
Sûheylê 14 salî ji roja ku ji dayik bû heta niha nabîne.
Ew jî bi malbata xwe re wek çareya dawî ji herêma Kurdistanê hat Batmanê.
Doktorên Batmanî ji bo ku çavên Sûheyl bibinin bûn seferber û li perdeya çav geriyan.
Doktoran ji Emerîkayê kornea ango perdeya çavan xwest.
Perde bi riya balafirên THYê hat Turkiyeyê û bi çavê rastê yê Sûheyl ve kirin.
Sûheyl bi vê emeliyatê cara ewil e ku dibîne.