Li Sêrtê cara ewil bi 120 xwendekarî koroya pirdengî ya zarokan hat avakirin. xwendekarên koroyê ji 18 dibistanên cuda ne. koroyê li navenda perwerdeya gel konsera xwe ya ewil da.
Li Sêrtê bi pêşengiya Lîseya Hunerên Xweşik yekemîn koroya pirdengî ya zarokan hat avakirin.
Koro ji 120 xwendekaran pêk tê.
Xwendekarên koroyê jî ji 18 dibistanên cuda yên li Sêrtê ne.
Koroyê li Navenda Perwerdeya Gel konsera xwe ya ewil da.
Rayedar û gelek xwendekar bi eleqeyeke mezin tevlî konserê bûn.
Piştî konserê xwendekareke koronayê jî ji bo TRT Kurdiyê straneke xweş got.