Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gor bajaran di 13-19ê mijdarê da jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku di her 100 hezar kesî da hat tesbîtkirin, eşkere kir.
Li gor vê jimara pêketiyên Kovîd-19ê, di navbera 13 û 19ê Mijdarê da, di her 100 hezar kesî da li Stenbolê 277,88, li Enqereyê 197,20 û li Îzmirê jî 70,02 ye.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û li gor bajaran jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku beranberî 100 hezar kesan e, eşkere kir û got ku gorî hefteya borî di nav 10 bajarên pêketî lê herî zêde bûn da Tuncelî, Edene, Gumuşhane, Mêrsîn, Sînop, Hatay, Burdur, Kilîs, Gîresun û Mêrdîn bi cî bûn.AA