Kovîd-19: Jimara doza duyem a aşiyê

Di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da ji 20 milyonî zêdetir doza duyem a aşiyê hat lêxistin

Kovîd-19: Jimara doza duyem a aşiyê

Jimara doza duyem a aşiya ku di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da hat lêxistin ji 20 milyonî derbas bû. 

Wezareta Tenduristiyê li tevahiya welêt ji bo pêkanîna xwebexşiya civakî xebatên aşîkirinê didomîne. 

Di vê çarçoveyê da tê hedefkirin ku ji nifûsa 18 salî mezintir ji sedî 70 heta Eyda Qurbanê herî kêm dozek aşiyê li xwe bidin û sepanên lêxistina doza duyem û sêyem jî bi lez didomin. 

Li gor daneyên dawîn ên li ser malpera covid19asi.saglik.gov.tr"yê ya Wezareta Tenduristiyê ji 16ê tîrmehê saet 21.44an va di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da 38 milyon û 784 hezar û 201 doza yekem a aşiyê, 20 milyon û 2 hezar û 13 doza duyem a aşiyê hat lêxistin. 

Bi doza sêyem ra jimara aşiyên hat lêxistin derket 62 milyon û 365 hezar û 59an. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE