Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 1535 kesan hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin.
Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 1535 kesan hat birîn.
Ji xeynî van li dijî 8 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin jî miemeleya îdarî hat kirin.
Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 154 kargehan da rastî tu rewşeke neyînî nehatin.
AA