Kovîd-19: "Li 17 bajarên me varyanta Îngiltereyê hat dîtin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca eşkere kir ku li welêt jimara kesên ku bi vîrusa bimutasyon ketine derket 128an

Kovîd-19: "Li 17 bajarên me varyanta Îngiltereyê hat dîtin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca der barê vîrusa koronayê ya nû da got ku "Li welatê me jimara welatiyên ku pê ra vîrusa bimutasyon hat tesbîkirin derketiye 128an. Li 17 bajarên me varyanta Îngiltereyê hat dîtin."

Koca di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da diyar kir ku divê hember tehdîda mutasyonê baldar bin.

Wezîr Koca got ku "Yek ji sedemên li paş zêdebûna waqieyên li Ewropayê varyanta vîrusa bimutasyon e. Li welatê me jimara welatiyên ku pê ra vîrusa bimutasyon hat tesbîkirin derketiye 128an. Li 17 bajarên me varyanta Îngiltereyê hat dîtin."

Koca da zanîn ku vîrusa mutasyon derbas kiriye ji bo niha tesîrî xebatên aşîkirinê nake û got ku "Lêbelê dibe ku mutasyonên nû xebatên aşiyê bixin tengasiyê. Çeka me ya herî mezin hê jî pêkanîna rêbaza maske mesafeyê ye. Kontrolkirina jimara waqieyan di destê me da ye. Hêj ku kontrol di destê me da ye em divê qîmeta wê bizanibin û hay ji xwe hebin û ji cihên qerebalix dûr bisekinin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE