Hat ragihandin ku li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 7 welatiyên Tirkiyeyê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin.
Li gor agahiyên ji meqamên herêmî hatin bidestxistin ji herêmên Nurnberg, Essen, Munih û Mannheîmê 7 Tirk ji ber vîrusa koronayê mirin.
Agahî hat dayîn ku hevjiyanên G.D û F.O yên ku wefat kirin jî du hefte berê ji ber Kovîd-19ê wefat kirin.
Piştî van mirinan jimara Tirkên ku ji ber Kovîe-19ê li Almanyayê mirin derket 130î.
Li welêt jimara waqieyên vîrusa koronayê derket 161hezar û 204an, jimara kesên ji ber vîrusê mirin jî derket 6 hezar û 405an.AA