Hat ragihandin ku li Ardahanê 23 nexweşên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dihatin dermankirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Walî Mustafa Masatli daxuyanî da û diyar kir ku 23 kesên ku testa wan a vîrusa koronayê pozîtîf derket û li Nexweşxaneya Dewletê ya Ardahanê dihatin dermankirin baş bûn.
Masatli qal kir nexweşên ku ji nexweşxaneyê hatin derxistin dê demekê li malê bimînin û wiha axivî: "Me heta îro li bajarê xwe 23 nexweşên xwe yên ku tedawiya wan a vîrusa koronayê hat temamkirin şandin malên wan. Em di serî da doxtorên ku di vê pêvajoyê da teşhîsa nexweşan danî, ew şopandin û derman kirin, hemşîre, sekreterên tibî û ekîba piştgiriya paqijiyê ji ber keda wan spasiya artêşa xwe ya tenduristiyê dikin."
Masatli spasiya Ardahaniyên ku guh didin tevdîr û rêbazan kir û got ku Kovîd-19 ji tevdîrên ku tên hildan bihêztir nîne.