Kovîd-19: Li cîhanê hejmara pêketiyan milyonek û nîv derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê milyonek û nîv derbas kir

Kovîd-19: Li cîhanê hejmara pêketiyan milyonek û nîv derbas kir

 Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) milyonek û nîv derbas kir.

Li gorî agahiyên li ser malpera "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû yên Kovîd-19ê li welat û herêman berhev dike,lLi seranserê cîhanê hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 501 hezar û 62yan.

Welatê ku herî zêde pêketî lê hatin teşxîskirin bi 422 hezar û 800 DYA ye, Îspanya bi 146 hezar û 690î wê dişopîne, bi dû de Îtalya 139 hezar û 422, Fransa 112 hezar û 950 û Almanya 111 hezar û 779.

Li Çîna ku şewb lê derket holê jî 81 hezar û 802 pêketî hatin tomarkirin.

Welatên ku hejmara pêketiyan li wan 10 hezar derbas kirine wiha hatin rêzkirin:

Îran (64 hezar û 586), Îngiltere (60 hezar û 733), Tirkiye (38 hezar û 226), Belcika (23 hezar û 403), Svisra (23 hezar û 248), Hollanda (20 hezar û 549), Kanada (19 hezar û 195), Brezilya (15 hezar û 927), Portugal (13 hezar û 141), Awisturya (12 hezar û 941) û Koreya Başûr (10 hezar û 384).AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE