Kovîd-19: Li Gaziantepê ji bo 1039 kesan ceza

Kovîd-19: Li Gaziantepê ji bo 1039 kesan ceza

Li Gaziantepê di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da di rojekê da ji ber binpêkirina jihevdûriya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 1039 kesan hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, li ser asta bajêr kontrolên tedbîrên Kovîd-19ê didomin. 

Di kontrolên ku duh di vê çarçoveyê da hatin kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 1039 kesan hat birîn.

Li dijî 2 kesên ku tedbîrên karantînayê binpê kirin jî miemeleya îdarî hat kirin. 

Ekîb ji xeynî vê, di kontrolên xwe yên li 103 kargehan da rastî tu rewşeke neyînî nehatin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE