Li Gaziantepê di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê miemeleya îdarî li 1696 kesan hat kirin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlekariya Bajêr, li tevahiya bajêr kontrolên tevdîrên Kovîd-19ê didomin.
Di kontrolên ku ekîban duh kirin da ji ber binpêkirina mesafeya civakî û maskeyê ceza li 1696 kesan hat birîn.
Li dijî 11 kesên ku tevdîrên karantînayê binpê kirin jî miemeleya îdarî hat kirin.
Ji bilî vê ji bo 171 kargehên hatin kontrolkirin jî miemeleya îdarî hat kirin.AA