Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê kovîd-19ê de axivî. Koca li ser rewşa dawî ya li Turkiyeyê daxuyanî da.
Ji Daxuyaniya Wezîr Koca;
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "(Pêketiyên Kovîd-19ê) hefteyek e di serî Stenbol û Enqere li gelek bajarên me li gorî çavdêriyên me zêdebûn tuneye."
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Dijî şewba vîrusa koronayê 7 meh e em bi şev û bi roj têdikoşin. Bi saya binesaziya xwe ya tenduristiyê ya zexim, xebatkarên tenduristiyê yên fedekar û çavkaniyên zexim yên kamuyê li gor gelek dewletên dinyayê dijî vê felaketê me li ber xwe da."