Li Karsê 3 gund di çarçoveya tevdîrên ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) hildan bin karantînayê.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ji bo rê li belavbûna şewbê bê girtin û siheta welatiyan bê parastin tevdîrên tên hildan dewam dikin û di vê çarçoveyê da gundê Kuçukyusufa li ser navendê, Başkoyê li ser navçeya Dîgorê û Erdagiya li ser navçeya Sûsûzê hildan bin karantînayê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di çarçoveya tevdîran da rê li ber ketin û derketina ji gundan hatiye girtin.
AA