Li navçeya Kagizmana Karsê 4 mal ji ber kovîd-19ê (tîpa nû ya koronayê) xistin bin karantînayê.
Qaymeqamtiyê daxuyanî da û diyar kir ku di çarçoveya tevdîrên dijî kovîd-19ê de xebat didomin. Herwiha di heman daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li kolana Ortayola taxê Zuvarê yê navçeya Kagizmanê 4 xanî ji aliyê lijneya Hifzissihhayê ve di çarçoveya tevdîran de xistin bin karantînayê. Hetanî fermanek duyemîn têketin û derketin jê re hat qedexekirin.