Li Muşê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da gundekî hildan bin karantînayê.
Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku ji bo tetbîqkirina tevdîrên Kovîd-19ê xebat dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ji ber ku waqieyên pozîtîf derketin û têkiliya di nav gund da gelek e bi biryara Lijneya Hifzissihhayê ya Bajêr gundê Boyuncukê ya li ser navendê ji bo 14 rojan hildan bin karantînayê.