Hat ragihandin ku li Hakkariyê yên ku pabendê rênimayên karantînayê yên di çarçoveya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) nebin dê li yurdên Saziya Kredî û Yurdan (KYK) bên bicihkirin.
Walî û Wekîlşaredarê Hakkariyê Idrîs Akbiyik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand:
"Hakkariyê rêzdar, welatiyên me yên ku testa wan a Kovîd-19ê pozîtif derketibin û karantînayê îhlal bikin emê wan li yurdên KYKê bi cih bikin û pêvajoya wan li wêderê bidin temamkirin. Ucret û mesrefa mayina li yurdê jî wê ji wan bê tehsîlkirin."AA