Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dane 1195 kesan, 15 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 175 hezar 218an, jimara miriyan derket 4 hezar û 778an.
Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser Twîtterê parve kir îro 41 hezar û 13 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1195 kesan. Di 24 saetên dawîn da 15 nexweşan wefat kir û 1242 nexweş jî baş bûn.
Jimara testan bi tevahî derket 2 milyon û 541 hezar û 903yan, jimara waqieyan bû 175 hezar û 218an, jimara miriyan derket 4 hezar û 778an. Jimara nexwşên li lênêrîna awarte 664, jimara nexweşên girêdayî cihazan bêhnsitandinê 282, jimara nexweşên başbûyî bû 149 hezar û 102.
"Belavbûna vîrusê ji ber xweşbîniya şaş e"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyên dawîn da daxuyanî da û got ku "Jimara waqieyên me yên îro 1195 e. Jimara nexweşên me yên ku hêj baş nebûne 25 hezar e. Zêdebûna jimara nexweşên entube û lênêrîna awarte di sînora dihat payîn da ye. Belavbûna vîrusê ji ber xweşbîniya şaş e. Em guh bidin rêbaza maske, mesafe û paqijiyê."AA