Kovîd-19: Li Turkiyeyê 1743 pêketî hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê 1743 pêketî hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 942 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 381 hezar û 957an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 942 test hatin kirin, 1743 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 68 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1491.

Îro bi rehetbûna 1202 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 268 hezar û 435an.

Hejmara nexweşên aktîf 28 hezar û 601 û ya nexweşên rewşgiran bû 1491, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,8 e.

- "Pêdivê em barê xebatkarên xwe yên tendirustiyê sivik bikin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 1743 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin. Hejmara nexweşên me yên rewşgiran jî nêzîkayî li 1500î kir. Ji bo berdewamiya xebata xebatkarên me yên tendirustiyê pêdivê em barê wan sivik bikin. Ev jî tenê bi pabendiya tedbîran dibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE