Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 15ê nîsanê de rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê: "Di 24 saetên dawîn de 115 kes mirin, hejmara miriyan gihişt 1518an."

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 15ê nîsanê de rewşa dawî

 Di 24 saetên dawîn de 4 hezar 281 pêketî hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 69 hezar û 392an. Herwiha 115 kesan jî canê xwe ji dest da, hejmara miriyan bi giştî gihişt 1518an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê di 24 saetên dawîn de 34 hezar û 90 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 4 hezar û 281 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Di 24 saetên dawîn de 115 kesan jî canê xwe ji dest da, 875 kes jî rehet bûn.

Bi giştî hejmara testan gihişt 477 hezar û 716an, hejmara pêketiyan gihişt 69 hezar 392an, hejmara miriyan jî gihişt 1518an. 

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de 1820 e, nexweşên entube jî 1052 ne. Heta nuha 5 hezar û 674 nexweş rehet bûne.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê wiha got:

"Xurtbûna zêdebûna hejmara pêketiyan, xurtbûna zêdebûna nexweşên di beşa nexweşiyên giran de ber bi sabîtmanê de ye. 875 ji wan di 24 saetên dawîn de, 5674 nexweşên me hatin taburcîkirin. 2 hêzên me hene tedbîr û tedawî. Em hêza xwe bikar bînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE