Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 21ê Gulanê de rewşa dawî

Koca: "Tevî ku hejmara testan zêde bû, hejmara pêketiyan weke çaverêkirî ye. Hejmara nexweşên mihtacê piştevaniyê kêm dibe."

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 21ê Gulanê de rewşa dawî

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca li Turkiyeyê rewşa dawî ya kovîd-19ê daxuyand û got: "Tevî ku hejmara testan zêde bû, hejmara pêketiyan weke çaverêkirî ye. Hejmara nexweşên mihtacê piştevaniyê kêm dibe."

Li gorî daxuyaniyê; 

Di 24 saetên dawîn de bi başbûna hezar û 3 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê baş bûn gihişt 114 hezar û 990î.

Di 24 saetên dawîn de 27 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 249an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 961 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşhîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 153 hezar û 548an.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE