Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24ê nisanê de rewşa dawî

Wezareta Tenduristiyê: Di 24 saetên dawîn da teşhîsa Kovîd-19ê dan 3122 kesan, 109 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 104 hezar û 912, jimara miriyan jî derket 2600î.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24ê nisanê de rewşa dawî

Hat eşkerekirin ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşhîsa Kovîd-19ê dan 3 hezar û 122 kesan, 109 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 104 hezar û 912, jimara miriyan jî derket 2 hezar û 600î.

Li gor daneyên rojane ya "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kirin îro ji bo 38 hezar û 351 kesan test hat kirin. Di vê çarçoveyê da teşhîsa Kovîd-19ê dan 3 hezar û 122 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 109 nexweşan wefat kir, 3 hezar û 246 nexweş baş bûn.

Jimara testan bi tevahî bû 830 hezar û 257an, jimara waqieyan bi tevahî derket 104 hezar û 912an, jimara kesên wefat kirin derket 2 hezar û 600î, jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da bû 1790, jimara nexweşên entubekirî jî bû 929, jimara nexweşên baş bûn jî bi tevahî derket 21 hezar û 737an.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina ji ser Twîtterê da got ku "Jimara nexweşên ku di 24 saetên dawîn da ji nexweşxaneyê hatin derxistin biqasî ji sedî 15ê jimara tevahî nexweşên ku heta îro baş bûn e. Em di kontrolê da, teşhîsa zû û dermankirinê da serkeftî ne. Divê ji vê astê paşda veger çênebe. Bi tevdîran piştgiriya encaman şert e. Hêz bidin me."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE