Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1303 pêketî

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 87 hezar û 223 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 969 hezar û 629an.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1303 pêketî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1303 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 23 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 87 hezar û 223 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 969 hezar û 629an.

Di 24 saetên dawîn de 1303 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 253 hezar û 108an. 23 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 39an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1002 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 233 hezar û 915an.

Hejmara nexweşên giran 719, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,4 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara pêketinên me derket ser 1300î. Bi hevberkirina bi duh re hejmara pêketinan ji 40î zêdetir e. Em heke baldar bin emê zêdebûna pêketinan têxin bin kontrolê. Di mijara maske, mesafe û paqijiyê de destberdariyê nekin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE