Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 66 kesan wefat kir

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 109 hezar û 985 test hatin kirin, 1648 pêketî hatin tesbîtkirin.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 66 kesan wefat kir

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 66 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 109 hezar û 985 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 8 milyon û 9655 hezar û 165an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 109 hezar û 985 test hatin kirin, 1648 pêketî hatin tesbîtkirin. 66 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro bi rehetbûna 1143 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 263 hezar û 745an.

Hejmara nexweşên aktîf 26 hezar û 979 û ya nexweşên rewşgiran bû 1372, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,1 e.

 "Bi pabendiya tedbîran hêzê têxin ser hêza artêşa me ya tendirustiyê"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yî Twitterê got, "Bi giştî nêzîka 9 milyon teest hatin kirin. Îro 1648 nexweşên me hene. Sekinandina zêdebûna mirinan û hejmara nexweşên rewşgiran di destê me de ye. Heke em bihevre pabendê tedbîran bin emê biserkevin. Bi pabendiya tedbîran hêzê têxin ser hêza artêşa me ya tendirustiyê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE