Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 68 kesan canê xwe ji dest dan

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1427 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 68 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 68 kesan canê xwe ji dest dan

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1427 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 68 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 114 hezar û 940 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 268 hezar û 163yan.

Li Turkiyeyê  di 24 saetên dawîn de 114 hezar û 940 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1427 pêketî hatin tesbîtkirin.

Îro bi rehetbûna 1452 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 278 hezar û 504an. Di 24 saetên dawîn de 68 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 638 û ya nexweşên rewşgiran li gorî duhê 13 kêm bû û bû 1583, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,5 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên rewşgiran di westanê de ye. Îro 1427 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Têkoşîna dijî vîrusê bi pêkvebûnê encamê dide."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE