Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 25ê nisanê de rewşa dawî

Wezîr Koca: Jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da taburcî bûn 984 ji jimara nexweşên nû zêdetir e

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 25ê nisanê de rewşa dawî

Hat eşkerekirin ku li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşhîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dane 2 hezar û 861 kesî, 106 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 107 hezar û 773yan, jimara miriyan jî derket 2 hezar û 706an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kirin îro 38 hezar û 308 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê da teşhîsa Kovîd-19ê dane 2 hezar û 861 kesan.

Di 24 saetên dawîn 106 kesan wefat kir, 3 hezar û 845 kes baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket 868 hezar û 565an, jimara waqieyan derket 107 hezar û 773yan, jimara kesên wefat kirin bi tevahî derket 2 hezar û 706an, jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da bi tevahî derket 1782yan, jimara nexweşên entube derket 900î, jimara nexweşên baş bûn jî derket 25 hezar û 582yan.

Wezîrê Tenduristiyê Koca di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê da got ku "Di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 845 nexweş ji nexweşxaneyê hatin derxistin, 2 hezar û 861 teşhîsên nû hatin danîn. Jimara kesên ji nexweşxaneyê hatin derxistin 984 ji nexweşên nû zêdetir e. Jimara kesên baş bûn ji 25 hezarî derbas bû. Rêjeya pozîtîfderketina testan kêm dibe. Bi tevdîran piştgiriya vê tabloyê şert e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE