Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 26ê Gulanê de rewşa dawî

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Serkeftina hat bidestxistin encama wê ahengê ye ku 83 milyonî nîşan da. Awayê jiyana me ya nû: jiyana civakî ya bikontrol, hemû bi hev ra tevdîr."

Kovîd-19: Li Turkiyeyê  di 26ê Gulanê de rewşa dawî

Wezîr Koca li Turkiyeyê di mijara vîrûsa koronayê de rewşa dawî ragihand.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 948 kesan, 28 kes mirin, jimara waqieya n bi tevahî derket 158 hezar û 762yan, jimara miriyan derket 4 hezar û 397an.

Di 24 saetên dawîn da 1492 kesên din baş bûn û jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê hat temamkirin derket 121 hezar û 507an.

Wezîrê Tenduristiyê Koca: " îro di jimara nexweşên baş bûn de zêdebûnek girîng heye. Kêmbûna jimara nexweşên di beşa rewşa giran de û entûbe dewam dike. Serkeftina hat bidestxistin encama wê ahengê ye ku 83 milyonî nîşan da. Awayê jiyana me ya nû: jiyana civakî ya bikontrol, hemû bi hev ra tevdîr."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE