Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 27ê Gulanê de rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1035 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 159 hezar û 797an. 34 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 431ê.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 21 hezar 43 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt milyonek û 894 hezar û 650î.

Di 24 saetên dawîn de bi başbûna hezar û 286 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 122 hezar û 793yan.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 723 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 331 in.

"Me îstiqrar bi dest xist"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Dane nîşan didin di biçûkkirina rîskê de me îstiqrar bi dest xist. Pêdivê serkeftina 83 milyonan bidome. Azadiya hê berfirehtir girêdayî pabendiya bêkêmasî ye ji rênimayan re. Şêwaza me ya nû jiyanê; jiyana civakî ya kontroldar, pêkve tedbîr. "

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE