Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 3yê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dane 1670 kesan, 61 kes mirin,

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 3yê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dane 1670 kesan, 61 kes mirin, jimara waqieyan derket 126 hezar û 45an, jimara miriyan jî derket  3 hezar û 397 an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 24 hezar û 1 test hatin kirin. 1670 pêketî hatin teşxîskirin. 

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1670 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 126 hezar û 45an. 61 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 397an. Herwiha bi rehetbûna 4 hezar û 892 kesan hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 63 hezar û 151ê.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ji 11ê adarê vir de cara yekê ye hejmara nexweşên rehetbûyî, hejmara nexweşên mewcûd ên koronavîrusê derbas kir. Bi pabendiya rênimayan encam dê hê baştir bibin." 
 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE