Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 8ê Gulanê de rewşa dawî

"Tablo di têkoşîna me ya dijî vîrusê da daneyên di lehê me da nîşan dide. Lêbelê ev encamên teqez nînin, firsendeke cidî ye. Em vê firsendê bi kar bînin"

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 8ê Gulanê de rewşa dawî

 Hat ragihandin ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan hezar û 848 kesan, 48 kes mirin û jimara waqieyan bi tevahî derket 135 hezar û 569an, jimara miriyan jî derket 3 hezar û 689an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 33 hezar û 687 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan hezar û 848 kesan. 

Di 24 saetên dawîn da 48 nexweşxan wefat kir, 3 hezar û 412 nexweş baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket milyonek û 298 hezar û 806 waqieyan, jimara waqieyan bi tevahî bû 135 hezar û 569 û jimara kesên wefat kirin jî derket 3 hezar û 689an.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da bû hezar û 219, jimara nexweşên girîdayî cîhaza bêhnhildanê jî wekî 86 hezar û 396 hat qeydkirin.

- Ji wezîr Koca nirxandin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Jimara nexweşên ku baş bûn bi tevahî ji 85 hezarî derbas bû. Di 24 saetên dawîn da jimara waqie, wefat, unîteya nexweşiyên giran, nexweşê entube da dîsa kêmbûn heye. Tablo di têkoşîna me ya dijî vîrusê da daneyên di lehê me da nîşan dide. Lêbelê ev encamên teqez nînin, firsendeke cidî ye. Em vê firsendê bi kar bînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE