Kovîd-19: Li Turkiyeyê hejmara başbûyan gihişt 228 hezar û 57an

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 66 hezar û 892 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 521 hezar û 880î.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê hejmara başbûyan gihişt 228 hezar û 57an

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1243 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin,  21 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê " ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 66 hezar û 892 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 521 hezar û 880î.

Di 24 saetên dawîn de 1243 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 245hezar û 635an.

21 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 312an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 968 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 228 hezar û 57an.

Hejmara nexweşên giran 647, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,9 e.

 "Bibin piştevanê artêşa me ya tendirustiyê"

Wezîrê Tendirustiyê Faahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bilindbûna di hejmara nexweşan de rewşeke berdewamî sitend. Di hejmara nexweşên giran de 15 zêdebûn heye. 5 hezar û 807 ekîbên me yên fîlyasyonê muayenaya temasdaran dikin. Ji 6 heta 13ê tebaxê hejmara muayenaya temasdaran 349 hezar û 3 ye. Bi pabnedbûna ji rênimayan re, bibin piştevanê artêşa me ya tendirustiyê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE