Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1742 pêketî hatin tesbîtkirin 67 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1742 pêketî hatin tesbîtkirin 67 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 110 hezar û 412 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 8 milyon û 742 hezar û 535an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 110 hezar û 412 test hatin kirin, 1742 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 67 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1327.

Îro bi rehetbûna 1202 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 261 hezar û 260î.

Hejmara nexweşên aktîf 26 hezar û 174 û ya nexweşên rewşgiran bû 1327, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,1 e.

"Heke em di têkoşîna de bi hevre hevkar bin, em dikarin vîrusê têk bibin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Zêdebûna hejmara nexweşên me yên aktîf jî û ya nexweşên me yên giran jî berdewam e. Xemgîniya me ya ji ber vê didome. Hejmara rehetbûyên me encax bi tedbîran dikare hejmara miriyan derbas bike. Heke em di têkoşîna de bi hevre hevkar bin, em dikarin vîrusê têk bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE