Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1771 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 63 kes mirin.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 645 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 8 milyon û 855 hezar û 180î.
Di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 645 test hatin kirin, 1771 pêketî hatin tesbîtkirin.
Îro 63 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1351.
Bi rehetbûna 1342 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 262 hezar û 602yan.
Hejmara nexweşên aktîf 26 hezar û 540 û ya nexweşên rewşgiran bû 1351, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,1 e.
AA