Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 72 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 72 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 102 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 608 hezar û 370yî.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 112 hezar û 102 test hatin kirin, 1767 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 72 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1561.

Îro bi rehetbûna 1027 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 270 hezar û 723yan.

Hejmara nexweşên aktîf 29 hezar û 635 û ya nexweşên rewşgiran bû 1561, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,7 e.

- "Em pabendê tedbîran bin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro hejmara nexweşên me yên giran gihişt 1561ê. Zêdebûna hejmara nexweşên aktîf berdewam e. Îro 1767 pêketî hatin tesbîtkirin. Ji bo berdewamiya pergala tendirustiyê xizmeguzariya xebatkarên tendirustiyê divê em pabendê tedbîran bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE