Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 113 hezar û 317 test hatin kirin, 1721 pêketî hatin tesbîtkirin. 74 kesan canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1721 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 74 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 113 hezar û 113 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 9 milyon û 721 hezar û 687an.

Di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 113 hezar û 317 test hatin kirin, 1721 pêketî hatin tesbîtkirin. 74 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro bi rehetbûna 1241 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 271 hezar û 964an.

Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 41 û ya nexweşên rewşgiran bû 1573,  rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,6 e.

"Xebatkarên me yên tendirustiyê heta bê bes fedakar in"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên rewşgiran gihişt 1573yan. Kêmbûna rêjeya zaturreya nexweşan (ji sedî 6.6) berdewam e. Xebatkarên me yên tendirustiyê heta bê bes fedakar in. Divê em bi pabendiya tedbîran piştavanê xebatkarên xwe yên tendirustiyê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE