Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 523 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1412 pêketî hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1412 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 65 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 101 hezar û 119 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 153 hezar û 223yan.

Di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 523 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1412 pêketî hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan.

Îro bi rehetbûna 1422 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 277 hezar û 52yan.

Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 731 û ya nexweşên rewşgiran li gorî duhê 13 zêde bû û bû 1583, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,5 e.

"Hejmara nexweşên başbûyî ji hejmara nexweşên nû zêdetir bû"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro piştî maweyeke dirêj careke din hejmara nexweşên başbûyî ji hejmara nexweşên nû zêdetir bû. Îro 1412 nexweşên nû hene. Em dizanin ku ev encamên tedbîran in. Heta em vîrusê têk bidin divê em têbikoşin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE