Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 65 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 112 hezar û 98 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 380 hezar û 261ê.
Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 112 hezar û 98 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1391 pêketî hatin tesbîtkirin.
Îro bi rehetbûna 1245 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 279 hezar û 749an.
Di 24 saetên dawîn de 65 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.
Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 719 û ya nexweşên rewşgiran bû 1516, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,4 e.
AA