Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da 114 hezar û 857 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşan bû 1455

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1442 kesan, 63 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat weşandin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 114 hezar û 857 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1442 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 63 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1506 kes baş bûn. Jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 282 hezar û 657an.

Jimara testan bi tevahî derket 10 milyon û 608 hezar û 664an, jimara nexweşan derket 321 hezar û 512an, jimara miriyan derket 8 hezar û 325an, jimara nexweşên giran bû 1455, jimara nexweşên aktîf bû 30 hezar û 530.

- Bugün iyileşen sayısı yeni hasta sayısından fazla

- Jimara nexweşên îro baş bûn jimara nexweşên nû zêdetir e

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di nirxandina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Kêmbûna jimara nexweşên giran û rêjeya zatureyê dewam dike. Îro jimara nexweşên me yên giran 1455 e. jimara nexweşên me yên îro baş bûn jimara nexweşên me yên nû zêdetir e. Me bi hev re guh da tevdîran û ev paşketin çêbû. Ji yekîtiyê quwet derdikeve. Em bibin yek."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE