Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1581 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 56 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1581 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 56 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 116 hezar û 608 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 11 milyon û 1604 hezar û 946an.

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 116 hezar û 608 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1581 pêketî hatin tesbîtkirin. 56 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1411.

Îro bi rehetbûna 1355 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 288 hezar û 954an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 1581 nexweş hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên rewşgiran ber bi daketênê ve ye. Daxistina hejmara nexweşên rewşgiran bi tedawiya pêşwext mumkun e. Xebatkarên me yên tendirustiyê bi ruh û can dixebitin. Di têkoşînê de em piştevanê wan bin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE