Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li gor rêjeyên heftane vê hefteyê di nexweşan da rêjeya zatureyê ji sedî 6,2, rêjeya tijîbûna nivînan ji sedî 48,6, rêjeya tijîbûna lênêrîna awarte ya mezinan ji sedî 68,8,rêjeya tijîbûna ventîlatoran ji sedî 31,4 maweya tesbîtkirina têkildaran kêm zêde 7,6 saet, rêjeya fîlyasyonê jî ji sedî 99,3 ye.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1629 kesan, 55 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 115 hzar û 295 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1629 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 55 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1402 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 291 hezar û 754an.

Jimara testan bi tevahî derket 11 milyon û 402 hezar û 342yan. jimara nexweşan bû 332 hezar û 382, jimara wefatan derket 8 hezar û 722yan, jimara nexweşên giran 1398 e, jimara nexweşên aktîf bû 31 hezar û 906.

Li gor rêjeyên heftane vê hefteyê di nexweşan da rêjeya zatureyê ji sedî 6,2, rêjeya tijîbûna nivînan ji sedî 48,6, rêjeya tijîbûna lênêrîna awarte ya mezinan ji sedî 68,8,rêjeya tijîbûna ventîlatoran ji sedî 31,4 maweya tesbîtkirina têkildaran kêm zêde 7,6 saet, rêjeya fîlyasyonê jî ji sedî 99,3 ye.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê da got ku "Îro 1629 nexweşên me hene. jimara nexweşên me yên giran 1398 e. Em ji bo ku jimara nexweşên xwe yên giran kêm bikin têkoşînê didin. Ji bo ku nexweşên me berî rewşa wan girantir bibe bên tesbîtkirin xebata fîlyasyonê tê kirin. Bi guhdana tevdîran piştgirî bidin vê kedê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE