Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da 117 hezar û 5 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1812 kesan, 73 kes mirin.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 117 hezar û 5 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1812 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 73 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1419 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên ku tedawiya wan temam bû derket 301 hezar û 98an.

Jimara testan bi tevahî derket 12 milyon û 194 hezar û 778an. Jimara nexweşan derket 343 hezar û 955an, jimara miriyan derket 9 hezar û 153yan, jimara nexweşên giran bû 1445, jimara nexeşên aktîf bû 33 hezar û 704.

- Em divê bêkêmasî tevdîran bi cî bînin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da ev gotin: 

"Îro 1812 nexweşên me yên hatine tesbîtkirin hene. Jimara nexweşên me yên giran piştî demek dirêj dîsa ber bi meyla zêdebûnê da ye.Heke em li bajarên ku jimara waqieyan zêde dibe guh bidin tevdîran li bajarên kêm dibe ji tevdîran tewîz bidin dê têkoşîna me zehmet bibe. Em divê li hemû herêman bêkêmesaî tevdîran bi cî bînin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE