Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2391 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 77 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 391 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 77 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 144 hezar û 416 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 14 milyon û 554 hezar û 923yan.

Di 24 saetên dawînde 144 hezar û 416 test hatin kirin, 2391 pêketî hatin tesbîtkirin, 77 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 2464, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 1841 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 330 hezar û 665an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 51,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,5 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 32,9 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ne mumkun e ku bêyî kêmkirina temasê şewb di bin kontrolê de bimîne. Lazim e xebatkarên me yên tendirustiyê bêhal nekevin. Ji bo piştevaniya wan temasê kêm bikin. Giringiyê bidin hijyenê, maskeyê bidin ber devê xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE