Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da 2 hezar û 436 teşxîsên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dayîn, 83 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 145 hezar û 241 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 436 kesan. Di 24 saetên dawîn da 83 kes mirin, tedawiya 1914 kesan temam bû jimara başbûyiyan derket 334 hezar û 293yan.
Jimara testan bi tevahî derket 14 milyon û 846 hezar û 192yan. Jimara nexweşan derket 389 hezar û 256an, jimara mirinan derket 10 hezar û 722yan, jimara nexweşan bû 2 hezar û 654, jimara nexweşên aktîf 44 hezar û 241 e.
"Jimara nexweşên me yên giran zêde dibe"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da ev gotin:
"Îro 2 hezar û 436 nexweşên hatine tesbîtkirin hene. Jimara nexweşên me yên giran zêde dibe. i bo ku di xizmeta tenduristiyê da zehmetiyê nekşînin em divê ji bo xebatkarên tenduristiyê wext bihêlin ku bikarin bêhna xwe bidin. Ev jî tenê bi pêkanîna tevdîrina mimkûn e. Maskeyê biemilînin. Mesafeyê biparêzin."AA