Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2841 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 88 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 841 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 88 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 148 hezar û 482 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 15 milyon û 713 hezar û 891ê. 

Di 24 saetên dawînde 148 hezar û 482 test hatin kirin, 2841 pêketî hatin tesbîtkirin, 88 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3230, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2181 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 346 hezar û 794an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 69,9 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 34,9 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2 hezar û 841 pêketî hatin tesbîtkirin. Zêdebûna hejmara nexweşên rewşgiran berdewam e. Ya ku hejmara nexweşan kêm bike kêmkirina tevgerê û temasê ye digel pabendiya tedbîran. Maskeyê bidin ber devê xwe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE