Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 316 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 94 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 151 hezar û 516 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 16 milyon û 307 hezar û 610an.
Di 24 saetên dawînde 151 hezar û 516 test hatin kirin, 3316 pêketî hatin tesbîtkirin, 94 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3610, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2712 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 356 hezar û 375an.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 709,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 37,6 e.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 3 hezar û 316 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên rewşgiran gihişt 3 hezar û 610an. Pabendiya tedbîran, tevgera pêkveyî çeka herî giring a vê têkoşanê ye. Berpirsyariya pabendiya tedbîran erka me teva ye."
AA