Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 4215 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 116 kes mirin

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 4 hezar û 215 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 116 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 158 hezar û 811 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 16 milyon û 623 hezar û 489an. 

Di 24 saetên dawînde 158 hezar û 811 test hatin kirin, 4215 pêketî hatin tesbîtkirin, 116 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3742, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2592 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 361 hezar û 655an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 70,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 37,6 e.

"Bi bihevreyî pabendî tedbîran bin û hêzê bidin têkoşanê"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 4 hezar û 215 pêketî hatin tesbîtkirin. Zêdebûna hejmara nexweşên rewşgiran berdewam e. Belavbûna vîrusê me neçarî tedbîrên mecbûrî dike. Ji bo rawestandina belavbûna nexweşiyê pêdivê em bihev re tevbigerin. Bi bihevreyî pabendî tedbîran bin û hêzê bidin têkoşanê."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE