Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn da 194 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 32 hezar û 736 kesan pozîtîf derker, 193 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Turkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 194 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 32 hezar û 736 kesan pozîtîf derket, jimara nexweşan bû 6 hezar û 903.
Di 24 saetên dawîn da 193 kes mirin, tedawiya Kovîd-19ê ya 4 hezar û 811 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 423 hezar û 142yan.
Jimara testan bi tevahî derket 19 milyon û 338 hezar û 181î. Jimara nexweşan derket 527 hezar û 70yî, jimara miriyan derket 14 hezar û 509 kesan, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 703, jimara nexweşên aktîf jî bû 89 hezar û 419.
"Xwe û hezkiriyên xwe biparêzin"
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesbaê xwe yê Twîtterê da got ku "6 hezar û 903 nexweşên nû yên îro hatine tesbîtkirin hene. Jimara nexweşên giran jî jimara nexweşên aktîf jî bi zêdebûn dewam dike. Van rojan cihê belavbûnê ya herî mezin mekanên girtî û qerebalix in. Li cihê girtî di nav qerebalixê da nemînin. Xwe û hezkiriyên xwe biparêzin."AA