Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 15 hezar û 805 kesan pozîtîf derket, 253 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 183 hezar û 117 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 15 hezar û 805 kes pozîtîf derketin, 253 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê , li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 183 hezar û 117 test hatin kirin, testa 15 hezar û 805 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 24 milyon û 141 hezar û 935an.

Îro 253 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 20 hezar û 388an.

Di 24 saetên dawîn de bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 21 hezar û 4 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 2 milyon 58 hezar û 437an. Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 191.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 36,2 e.

- "Sînordarkirin encamê didin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2 hezar û 783 nexweş hatin tesbîtkirin. Daketina hejmara pêketiyên aktîf berdewam e. Herçiqas hejmar hêdî hêdî dakevin jî, daketina hejmara nexweşên rewşgiran didome. Sînordarkirin encamê didin. Heta em ji vaksînê jî encamê bistînin emê bi sebr pabendê tedbîran bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE